Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Roja Spora Gelêrî li Kampa Penaberên Efrînê


Roja Sporê li Kampa Penaberên Efrînê
Roja Sporê li Kampa Penaberên Efrînê

Yekîtîya Sporê ya Herêma Efrînê bi hêvrêzî bi Desteya Ciwan û Sporê û Civata Kampa Serdemê re, Roja Sporê li kampa penaberên Efrînê li dar xist.

Pirtir ji 250 lîstikvan û hezkirîyên sporê ji nava penaberên Efrînê yên li Şehba di pêşbirkên Roja Sporê de beşdar bûn, û di lîskên cuda de hevrikîya hev kirin.

Dor vê Roja Sporê Hevseroka Yekîtîya Sporê Evîn Bîlal got; “Amadekarî ji mehekê de hatin kirin, ku navên beşdaran hatin tomar kirin û ew di xuleke rahênanê re derbaz bûn”.

Bîlal da zanîn ku lîstekvanên beşdar ji temanên cuda ne ji 14 salîyê heta 55 salî, her wiha ji herdu zayendan anku jin û mêr.

“Lîstekvan di pêşbirkên cuda de hatin hember hev, weke ben kişandin, beza 100 metir û 400 metir, her wiha meşa bi lez jibo 2 kîlo metiran”, Bîlal dîyar kir.

Çalakîyên Roja Sporê bi coş derbaz bûn, keça ciwan ya bi navê Nesrîn Simo kêfxweşîya xwe anî ziman û got: “Ez tevlî pêşbirka meşê bûm, ev çalakî fersendeke baş jibo me da ku di rewşa penabertîyê de sporê bilîzin, û fîtnêsa xwe pêş bixin”.

Her wiha jina bi navê Fethîye Qido ku li kapmê bi cih bûye dibîne: "Serkeftin yan binkeftin ne girîng e, bi qasî ku gel bi komel beşdar çalakîyên spore bibe û piştgirîya pêşbirkan bike”.

Di dawî Roja Sporê de tîm û lîstekvanên serkeftî hatin xelat kirin û mîdalî û dîyarî li wan hatin belav kirin.

XS
SM
MD
LG