Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mihemed Billo: Jiyana Rojane Li Efrînê Baştir Dibe


Rewşa nişteciyên Efrînê bi awayekî zor û asteng derbas dibe, ji ber êrîşên artêşa tirkiye li ser herêma Efrînê ku ji berî 7 rojan destpê kirye. Gelo jiyana rojana di nav vî şerî deçawa yî ?

Dengê Amerîka hevpeyvînek bi rojnamevan Mihemed Billo re kir, ku ew li Efrînê dijî, da bêtir rewşa heyî ron û zelal bike.

Birêz Mihemed dibêje: "Jiyana rojane di astengiyan de derbas dibe û kêmasî di pêdeviyên jiyana rojane de heye, lê gel alîkariya hev dikin û nuha jiyan baştir bûye."

Herwiha jî wî got ku, rêveberiya xweserî ya kantona Efrînê nirxê nan kêm kirye, û alîkariya gel dike, bê dana tu alîkariyan ji rêxistinên dervî Efrînê ji gelê wê re.

Hevpeyvîna Mihemed Billo-1-27-2018- LA
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:21 0:00

XS
SM
MD
LG