Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Tirk Êrîşî Efrînê Dike


Artêşa Tirk careke din bi dehan top û muşekan êrîşî gundewarên başûrê Herêma Efrînê kir, êrîş Yekşemê danê nîvro ji parêzgeha Îdlibê herwiha ji derveyî sînor ji Îskenderonê pêk hatin.

Şeva bûrî dîsan gundê Qerebaba yê devera Reco jî hate topbaran kirin û Gundên Kefercenê û Qitmê yên devera Şera jî bûn armanc.

Derbara van êrîşan de nivîskar Hesen Hesen ku, li herêma hatîye armanc girtin li devera Cindirêsê dimîne, ev agahî bi me re parve kirin: "Êrîşên Artêşa Tirk bi topên giran û tankan ji Îdlibê û ji bargehên li Hatay pêk hatin".

Di agahîyan de, gundên herdu deverên Şêrewa û Cindirêsê hatin armanc kirin, weke, Îska, Celemê, Biyê, basûfan, Mela Xelîl, Dêr Belûtê, Hememê û nêzî bajarokê Cindirêsê, ku zirara madî li wan deran çê bûye.

Hesen Hesen
Hesen Hesen

Hesen da zanîn ku Yekîneyên Parastina Gel YPG'ê bersiva êrîşan daye, û bargehên êrîş jê hatîye top baran kirine.

Nivîskar Hesen Hesen: Armanca artêşa Tirk ewe "Efrînê dagîr bike û Kurdan jê koçber bike û Tirkmenan lê bi cih bike".

Hesen armanc û çarçoveya van êrîşan jî şîrove kir, û da zanîn ku, Tirkîye dixwaze Efrînê ji Kurdan vala bike û wiha got: "Plana Tirkîyê di 15'ê vê mehê de êrîşeke berfireh pêk bîne, da ku Efrînê dagîr bike û Kurdan jê koçber bike û Tirkmenan lê bi cih bike".

"Li gor agahîyan ji Îdibê, Tirkîyê bi hezaran çekdarên Al-Qaîde ku regeza wan biyanî ye; Ozbek, Tirkstan Îgor, herwia mertala firat û Cebhet El-Nusra li ser sînorê Efrînê bi cih kirine", Hesen dîyar kir.

Girêdayî helwestên navneteweyî derbarê rewşa Efrînê, Hesen dibêje, bi êrîşkirina ser Efrînê Tirkiye dixwaze bi taybet ji Amerîka û Rûsya re naman bişîne.

"Derbazbûna Tirkîyê li Îdlibê bi hevkariya bi Îranê re bû, da ku Amerîka tengaz bikin û fişarê li Rûsya bike û defakto lê feriz bike û bêje ev herêm di bin kontrola min de ye".

Nivîskar Hesehn Hesen: Tirkiye dixwaze bi êrîşên ser Efrînê naman ji Amerîka û Rûsya re bişîne

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku serok-komarê Tirk Receb Teyip Erdogan gefan li Efrînê dixwe, û artêşa wî ku li parêzgeha Îdlibê ya li tixûbê başûrê Efrînê ye nuqteyên xwe danîne û ji wir êrîş Efrînê dike, herwiha ji herêma Şehba ya rojhilat e jî êrîşan pêk tîne.

Newroz Reşo_14.01.2018
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:00 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG