Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amîn Elîko: Zarok, Jin û Kalên Efrînê ji Sedema Şertên Dijwar Dimirin


Xelkê Sivîl yê Efrînê ji sedema dijwariya şer ji malên xwe direvin

Endamê Senterê Lêkolînên Stratejîk li Efrînê, Amîn Elîko gote, Dengê Amerîka VOA, bi sedan hezar Efrînî derbider bûne, jiyana xwe li çol û deştê û di rewşek mirovahî ya dijwar de derbas dikin. Birêz Elîko dîsan dibêje, zarok, jin û kal di şertên dijwar yên jiyanê de di mirin.

Piştî kû artêşa Tirkiyê û komelên milîtanên bi piştevaniya Enqerê dest bi ser Efrînê de girtin, xelkê wê ji bajar revin deverên dewrûber. Lê jiber rewşa ne ewle ya bajarên dî, piraniya wan li çolê di mînin. Elîko sê roj berê ji Efrîn derketiye gote VOA, ti şetekî jiyanê ti neye, heta xwarin û ava vexwarinê bi dest xelkê nakeve.

please wait

No media source currently available

0:00 0:06:59 0:00

XS
SM
MD
LG