Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Bajarê Efrînê Teqîn û li Şêrewa Topbaran


Teqîn li Efin
Teqîn li Efin

Tevlihevîya ewlehî li herêmên jêr destê Tirkîyê û komên çekdar yên hevalbendên wê li Efrînê û herêmên derdorê didiome, Îro Yekşemê danê sibê 2 teqînan li bajarê Efrînê rûdan.

Teqîna yekê li hember navenda koma çekdar El-Cebha El-Şamîyê nêzî Sûq Elhal anku çarşîya sebzeyan bi rêya erebeyek mayîn kirî pêk hat, li gor çalakvanên ji hindur herêmê herî kêm 10 kes di teqînê de hatin kuştin di nav de sivîl hene her wiha hejmarek birîndar jî hene.

Ji alîyê xwe ve odeya çalakîya hêrisa zeytûnê ew teqîn girte ser xwe û îdîa kir ku 25 çekdar tê de hatine kuştin.

Hemwext li taxa Vîlat teqîneke din pêk hat, û nehat zanîn ka encamên wê şine?

Ev teqîn di demekê de pêk tên, çaxê rewşa aloz û tevlihev li herêmên jêr destê artêşa Tirk û komên tundrê yên pêre didome, ku di nava hefteya borî de teqînekê li nêzê çerxeriya Newroz li bajarê Efrînê rûdabû, her wiha bajarên Babê û Ezazê û bajaroka El-Raî jî teqîn çêbûbûn.

Her li herêma Efrînê, artêşa Tirk dîsa gundê Bênê yê devera Şêrewa topbaran kir di encamê de 2 kes birîndar bûn yek jê zaroke, hêjayî bi bîrxistinê ye ku roja Pêncşemê artêşa Tirk gundên Bênê û Sixonekê yên devera Şêrewa topbaran kir bûn, û di encamê de zirareke mezin gihişte xanîyên gundîyan.

Li gundê Kîmarê jî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihand ku şervanên wan çalakî dij bingeheke artêşa tirk pêk anîne, tê de 5 leşker hatine kuştin.

Li alîyekî din kiryarên çekdaran dijî sivîlên Efrînê didomin, Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûrîyê ragihand ku çekdarên ji parêzgeha Himsê ku Tirkîyê ew li Efrînê bi cih kirine, xanîyê welatîyê bi navê Ednan Mela şewitandin piştî ku ew mal talan kirin.

Newroz Reşo - Efrin 16.12.2018
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:00 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG