Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûken Ahmed: Nusra Zarok û Jinên Kurd Qir Dike


Kiryarên hovane yên komên girêdayî Dewleta Îslamî ya Îraq û Bîlad El-Şam/Cephet El-Nusra li dijî Kurdên sîvîl didomin.

Jêderên Kurd îro Pêncşemê radigihînin ku 50 jin, zarok, kal û pîr ji alîyê ve grubê ve li bajarokên Tel Hasil û Tel Aran yên Helebê qir kirin.

Rûken Ahmed, Endama Kordînasyona Yekîtîya Star, agahîyên nû li ser vê bûyerê dide û rewşa herêma Çîyayê Kurmênc dinirxîne.

Xanim Ahmed dibêje, jiber ku Nusra û komên din di enîya şer de serketî nabin, dixwazin heyfa xwe ji sîvîlan rakin.

"Cîhan jibo jîyana heywaneke radibe serpîyan, lê dema bi sedan Kurd têne serjê kirin heyf e ku bê deng dimîne."

please wait

No media source currently available

0:00 0:05:12 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG