Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zarokên Efrîn' di 8’ê Adarê de Wêne Xêz Kirin


Şagirtên Efrînî yên derbider, ku li dibistana Fafînê li Şehba dixwînin bi çavdêrîya komîteya perwerdeyê, pêşangeheke wêneyan li dar xistin

Pêşangeh bi bûneya 8’ê Adarê anku Roja Jinê ya Cîhanê pêk hat û tê de 80 xwendekarên qîz ji her sê qonaxên xwendinê beşdar bûn.

Rêvebira pêşangehê şêwekar Lodmîla Horo got ku wan xwestiye pêşangehekê jibo zarokan li dar bixin, da ku hestên di hundir wan de nas bikin.

“Em di penaberîyê de dijîn, zarok jî pir pê bandor dibin. Wan bi xêzkirinê hestên xwe nîşan dan. Piranîya wêneyan ser xwezayê û darên zeytûnan bûn, anku dîmenên welatê wan di bîr û bala wan de ne”, Horo got.

Li ser kaxizên ku madeyên hawarçûn û alîkarî tê de li derbideran tê belav kirin û bi rengên lêçûna wan hindik e, xwendekaran bîrewarî û hêvîyên xwe xêz kirin û bi wêneyan hestên xwe deranîn.

Hin beşdaran wêneyên ku xêz kirine ji me re dane şîrove kirin.

Xwendekar Ronahî Sîdo got ku wê navê Efrînê bi pelên zeytûnê nivîsî.

“Çimkî Efrîn bi zeytûnan tê nasîn û niha dijmin daran dibire û dişewtîne da ku mîrasa Kurdan tune bike”.

Xedîce Mehmûd jî got ku wê her tiştê xweş yên li Efrînê xêz kiriye.

“Min îiya, av û dar li ser pelikê xêz kir û di pêşangehê de nîşan didim”.

Zarokên Efrînê ku bi wêneyên xwe beşdarî pêşangehê bûn bi sitranên folklora Efrînê ew bername xemilandin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:25 0:00
Direct link

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG