Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bekir Bozdag: Em li Efrînê Ne Dagirker In


Cîgirê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmeta Tirkîyê Bekîr Bozdag dijî gotinên Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov bertek nîşan da.

Lavrov gotibû ku ‘’Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ti car negotîye ku Tirkîye dixwaze Efrînê dagir bike’’

Bozdag ser gotinên Lavrov dîyar kir ku ew li Sûrîyê ‘’ne mayînde ne û ne dagirker in jî’’ Wî da zanîn ku ‘’Sûrîye êdî ne welatekî hesaban e û divê herkes li wîjdanê xwe xwedî derkeve.’’

Tirkîyê û çekdarên Artêşa Azad ya Sûrîyê, bi sedema ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li Efrînê ye dijî wî bajarî operasyon li dar xistibû û di meha Adarê de kontrola wir bi dest xistibû.

XS
SM
MD
LG