Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Efrînîyên Derbider ji Goristanên Xwe Dûr, Cangorîyên Xwe bi Bîr Anîn


Di roja yekê ya eyda qurbanê de Efrînîyên derbider li herêma Şehba, ji danê sibehê de serdana goristana cangorîyan kirin.

Li goristana gundê Ehresê cangorîyên YPG'ê, YPJ'ê û HSD'ê, ku di şerê bi DAIŞ'ê û komên tundrê re û herwiha yên di êrîşa Tirkîyê dij Efrînê de, jîyana xwe ji dest dane, ji axê re hatin sipartin.

Malbatên cangorîyan gurzên gulan li ser goran danîn.

Hemwelatîyan herwiha rûxandina her sê goristanên Efrînê ji alîyê komên tundrê û desthilatdarên Tirk ve şermezar kirin.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:02:58 0:00

XS
SM
MD
LG