Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Dora Efrînê Şerên Giran Diqewimin


Gunde Meryemînê

Do gundê Meryemînê ya girêdayî Efrînê bû meydanê şer û grubeke ji Ceyş el-Siwar ji alîyê Cebhet el-Nusra û Ehrar el-Şam ve hat dorpêç kirin û piştre YPG, jibo berevanîya xelkê gund derbasî şer bû.

Piştî şerekî dijwar gundê Meryemînê ji alîyê Hêzên Sûrî yên Demokratîk (SDF) ve hat rizgar kirin û hejmarek ji endamên Nusra û Ehrar el-Şam hatin kuştin û dîl girtin.

Di şerên giran de herwiha 9 şervanên SDF jî jîyana xwe ji dest dan.

Cemal Elo, Berpirsê Encûmena Herêma el-Şehba ya şer tê de diqewime dibêje, destê Tirkîyê di van pevçûnên dawî de heye.

“Piştî Hêzên Sûrî yên Demokratîk hat îlan kirin, rola Tirkîyê bi şûnda çû, loma piştigirîya van komên tundrê dike ku şerê Kurdan bikin.”

Hêjayî gotinê ye, şer bi dijwarî li ser sînorê Efrînê berdewam e û ji alîyê komên tundrê ve dorpêçkirineke dijwar li ser gelê herêmê tê meşandin.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:05:50 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG