Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ferat Xelîl: Rizgarkirina Minbic Morala Gelê Rojava Bilind Kir, lê Hîn Metirsî li ser Efrînê Heye


Şervanekî YPG li Efrînê
Şervanekî YPG li Efrînê

Berdevkê fermî yê YPGê li Efrînê, Ferat Xelîl li ser rewşa Kantona Efrînê û azadkirina Minbicê agahîyên taybet dan Dengê Amerîka.

Xelîl dibêje, Minbic jibo rêxistina DAIŞê xala herî girîng bû jiber ku li ser sînorê Tirkîyê û xeta navbera Rojava û Sûrîyê nû û gîş êrîş û planên ser Kobanê ji wê derê dihatin rêvebirin.

Ferat da zanîn ku rizgarkirina Minbic jibo gelê Rojava bû hêz û moral û hemleya Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) di 73 rojan de bi awayekî serkeftî dawî bû.

Wî bal kişand ku metirsî li ser Efrînê heye jiber ku derdora wê dorpêçkirî ye û alîyên leşkerî yên derdorê dijmintîya hêzên Kurdî dikin.

“Oda Operesyona Fetih Heleb gefan li YPGê kiribû ku me tune bike, jiber ku grubên girêdayî opozisyonê li Heleb şikîn, loma jî dixwazin YPGê bi alîkarîya rêjîmê tawanbar bikin. Eger bixwazin şerê YPG’ê bikin, wê bersîvên tund bibînin.”

EM_8_15_16_F_Xelil
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:23 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG