Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêvebirîya Efrînê jibo Pêşîgirtina Gemarbûna Jîngehê Civînek Pêk Anî


Li Kantona Efrînê û bi armanca nîqaşkirina pirsgirêka pîsbûna jîngehê ya jiber kargehên boyaxkirinê (mekhete) peyda dibe, civînek hate li darxistin.

Meclîsa Tendirustîyê, Desteya Şaredarîyan û Desteya tendirustîyê, tevî xwedîyên kargehên boyaxkirinê beşdarî kombûnê bûn.

Di civînê de hejmarek biryarên girêdayî saxlemîya giştî û şert û mercên kar û şêwaya tunekirina bermahîyên kargehan hatin ragihandin.

Ji alîyê xwe ve xwedîyên kargehan nerazîbûna xwe ji hin biryaran anîn ziman û dîyar kirin ku derbara van biryaran de pêwîst bû nêrîna wan bihata girtin û nîqaş berî civînê bi wan re çêbûya.

Hêjayî gotinê ye ku di çend salên borî de kargehên pîşeyî yên curbicur li Efrînê hatine vekirin. Bermahîyên kargehên boyaxkirinê dibin sedema gemarbûna jîngehê, loma jî Rêvebirîya Xweser hewil dide vê bandora neyênî kêm bike.

XS
SM
MD
LG