Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Herêma Şehba Kesekî bi COVID-19 Jîyana Xwe ji Dest Da


Kampa koçberên Efrînê li Şehba
Kampa koçberên Efrînê li Şehba

Desteya tendsrustîyê ya Rêvebirîya Xweser ragihand ku 4 kesên nû bi vîrûsa korona ketine û eşkre kir her 4 kes li herêma Şehba ne.

Bi vê yekê hejmara tûşbûna bi vîrûsa korona li herêmên rêveberiya xweser radibe 54 kesan ji wan 6 kes li Şehba ne.

Derbarê tûşbûyên bi vîrûsê li herêma Şehba seroka komîta tenduristîyê Hêvîn Husên agahî dane me.

Wê dîyar kir ku kesên tûşbûyî 3 jin in û 3 jî mêr in, herwiha dor deverên tûşbûyî lê dijîn wê wiha ragihand, li bajarê Til Rifet 2 kes, bajarokê Ehrezê 2 kes, li Kefernaya û Kefernasih her gundekî kesek bi vîrûsê ketine.

Husên got ku ji 6 kesên tûşbûyî, kesekî jîyana xwe ji dest daye, ew ji gundê Ehrezê ye, ku berê nexwişîya dil û gurçikan pêre hebûye.

Herwiha wî kesî di rojên borî de bi derdora xwe re daye û standiye, ku metirsî heye gelek kesan vîrûs jê vegirtibin, loma biryar hatiye standin bajarokê wî anku Ehrezê jibo 14 rojan bikeve kerantînê, da ku tûşbûn zêde belav nebe.

Her di vê derbarê de şaneya kirîzê li herêma Şehba ragihand ku wan tedbîrên xwe li ser rêbendên di navbera herêmê û bajarê Helebê de zêde kirine, ku têsta kesên tên û diçin, tê kirin.

Şaneyê ji komînan xwestiye ku çavdêrîya xwe bilind bikin daku her pêketina bi vîrûsê bên kontrol kirin.

Hêjayî bibîr xistinê ye ku li herêma Şehba û kampên wê bi sed hezaran gelê wê deverê û derbiderên Efrînê dijîn, ku rewşa saxlemîya giştî li vê deverê xirab e û alîkarîya sazîyên tenduristî û hawarçûnê kêm digihin wan herêman.

Koçberên Efrînê li Şehba
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:47 0:00


XS
SM
MD
LG