Lînkên eksesibilîtî

Rêxistina Solidarity Kursa Fêrkirina Kompîterê li Efrînê Destpê Kir


Rêxistina Solidarity ya mirovahî ku navenda wê li bajarê Silêmanî yê Kurdistana Îraqê ye, kurseke fêrkirina programên kompîterê li Efrînê destpê kir.

Di kursa fêrkirinê de karmendên Rêvebirîya Xweser û mamosteyên dibistanan beşdar dibin.

Rêvebirê Rêxistina Solidarity Fûad Yasîn dibêje ku wan xwest ezmûna li Herêma Kurdistanê bînin Efrînê.

"Li Herêma Kurdistanê ezmûneke me baş di warê fêrkirin û kursên kompîterê de heye, loma me xwest bi Rojava re parve bikin, me berê li Kobanê kursek vekir, niha jî li Efrînê."

Yasîn dîyar kir ku di vê kursê de ew programên Microsoft Office û Adobe fêrî karmend û mamosteyan dikin da ku kanîn û şarezaya wan pêşkeve.

Karmenda Rêvebirîya Xweser, Narîman Hiso ku tevlî vê kursê bûye dibêje ji wan re bûye derfeteke baş ku ew fêrî karanîna programên Office bibin. Hiso hêvî dike ku di demên pêş de kursên din jî vebin.

Hêjayî gotinê ye ku karê rêxistinên civaka sîvîl li Kantona Efrînê, jiber dorpêça berdewam lawaz maye çimkî rêxistinên derve nikanin bigihên herêmê.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG