Rêvebirîya Kantona Efrînê bi daxuyanîyekê bang li Amerîka, Neteweyên Yekbûyî (NY) û Yekîtîya Ewrupa (YE) kir ku êrîşên Tirkîyê demûdest rawestînin.
Tirkîyê di 20’ê Çileyê de dest bi êrîşên dijî Efrînê kiribû û li gor jêderên Efrînê di êrîşan de heta niha bi sedan sîvîl hatine kuştin.
Rêvebirîya Kantona Efrînê da zanîn ku Rûsya jî berpirsê kuştina sîvîlan e û bang li wî welatî kir ku piştgirîya bo Tirkîyê rawestîne.
Rûsya ji 2015’an vir ve piştevanîya hikûmeta Sûrîyê dike û dema operasyona bi ser Efrînê de destpê kiribû, leşkerên xwe yên li wê herêmê vekişandibûn.