Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Enîyên Şer li Derdora Efrînê Firehtir Dibin


Gundên Dêwa û Basûfanê, do Sêşemê rastî êrîşa hawanên koma tundrê Cebhet el-Nusra hatin.

Li gundê Dêwa yê girêdayî Cindirêsê, Nusra bi top hawanan avêtinê ser gund, piştre hewil dan ku êrîşî gund bikin, lê rastî bersîvdana xurt ya YPG hatin.

Ji alîyekî din ve, gundê Basûfanê yê girêdayî navçeya Şêrewa jî bû armanca hawanên Nusra û dû re pêvçûnên dijwar navbera wan û YPG derketin. Di dawîyê de Nusra neçar ma ku paşve bikşîne.

Li gor Desteya Berevanîyê li Kantona Efrînê heya niha hewildanên Cevhet el-Nusra li gundên ser sînorê Efrînê tu zirar negiheştin hêzên wan.

Hêjayî gotinê ye, di rojên dawî de enîyên şer li ser sînorê Efrînê zêde bûn û Nusra û alîgirên wê êrîşên xwe fireh dikin, lê balafirên şerker yên navdewletî cîhên koma tundrê armanc digirin.

EM_12_16_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:06 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG