Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Oxfam: Bi Hezaran Sîvîl Piştî Operasyona Efrînê li Sînorê Sûriye û Tirkîyê Asê Mane


Sîvîlên Efrînê
Sîvîlên Efrînê

Sazîya alîkarîyê ya Brîtanya, Oxfam, ragihand ku piştî êrîşên Tirkîyê yên bi ser Efrînê de bi hezaran sîvîl li sînorê Tirkîye û Sûrîyê asê mane.

Oxfam’ê bi daxuyanîyeke nivîskî dîyar kir ku jiber operasyonên dijî Efrînê û pevçûnên din yên li herêmê zêdetirî 5000 kes warên xwe terikandine, lê nikarin ji herêma pevçûnan derkevin.

Oxfam'ê bal kişand ser nûçeyên derbarê kuştina sîvîlan û dîyar kir ku li Efrînê xwarin û derman hindik mane û divê bi awayekî demûdest alîkarî bigihîje wê hêrêmê.

Neteweyên Yekbûyî (NY), hin sazîyên din yên navneteweyî û jêderên li Efrînê dîyar dikin ku di êrîşên Tirkîyê de gelek sîvîl hatine kuştin, lê Tirkîye îdia dike ku nûçeyên ser kuştina sîvîlan propagandaya komên Kurd e.

Dîrektorê Sûrîyê yê Oxfam’ê Moutaz Adham da zanîn ku gelek sîvîl ji warên xwe derketine û revîyane herêmên din yên Sûrîyê.

‘’Zarok, jinên ducanî, kal û pîr û bi hezarên kesên din bi awayekî pir xirab bi mirinê re rû bi rû mane. Gelek kes li benda alîkarîyê ne, sazîyên navneteweyî berî ku derman û xwarin biqedin divê di rêkên ewle re xwe bigêhîjinin herêmê’’ Adham got.

Adham bang li hemîyan alîyan kir ku rîskên ku zararê didin bi hezaran sîvîl kêmtir bikin û destûrê bidin wan ku ew ji herêma şer derkevin.

XS
SM
MD
LG