Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Qamişlo bi Hezaran Kes bo Efrînê Daketin Kolanan


Îro bi hezaran kes li ser banga Rêvebirîya Xweser li Qamişlo daketin kolanan ku piştgirî bidin Efrînê.

Xwepêşandêran ji Qada Şehîdan ber bi Goristana Cangorîyên YPGê meşîyan û artêşa Tirkî û komên çekdar yên girêdayî wê protesto kirin

Xwenîşandêran nerazîbûna xwe li ser bêdengîya navnetewî ji bilind kirin ku ji tawanên artêşa Tirk yên li Efrînê bêdeng dimîne.

Di rêdeçûnê de slogan û diruşmeyan piştgrîya gelê Efrînê ku li herêma Şehba dimînin, hatin rakirin.

Di vê demê de xwepêşandarên piştgrîya Efrînê li seranser Rojava û Bakurê Sûrîyê tên orgîneze kirin, taybetî piştî ku bi rêketina Rûsya û Tirkyê ya Îdlibê, tirsa ser Kurdên Efrînê zêde kiriye.

Kolanên Kurdî bi tirs e ku kampên Şehbayê ku Efrînî lê dimînin, dikarin bibin armanca êrîşên Cebhet el Nusra û komên din yên tundrê.

ZO_09_20_2018_Efrin
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:39 0:00

XS
SM
MD
LG