Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîşên Komên Tundrê yên Ser Efrîn û Şehba Hatin Şikandin


Şeva din komên îslamî yên tundrê êrîşeke berfireh anîne ser gundên Kantona Efrînê û Herêma Şehba, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Artêşa Şoreşgeran êrîş şikandin û bersîveke hişk dan êrîşkaran.

Êrîşa komên îslamî derengîya şevê ji gundewarê rojavayê Helebê û bakurê Îdlibê li enîya başûrê Efrînê bi çekên giran pêk hat.

Di heman demê de, komên Îslamî û artêşa Tirk yên li Ezaz û Marê bi cih bûne, gundên Herêma Şehba li rojhilata Efrînê topbaran kirin.

Li gor jêderên leşkerî ji herêma şer ji Dengê Amerîka re ragihandin, YPG’ê êrîşa li başûrê Efrînê li ser gundên Îska, Basûfan, Xezêwîyê û Celemê şikand û weke bersîv operasyoneke taybet pêk anî.

Di vê operasyona YPG’ê de, 3 ji wan ser qumandar, 28 çekdarên Cebhet El-Nusra û Ehrar El-Şam hatine kuştin, 7 maşîneyên çekdaran hatin rûxandin û hin cebilxane hatin desteser kirin.

YPG’ê herwiha kanîbû hin girên derdora Keleha Seman desteser bike. Çaverê ye ku YPG’ê di demên pêş de, bi daxuyanîyeke fermî encama operasyonê ragihîne.

Li alîyê Herêma Şehba jî, jiber topbarana komên tundrê ya bê serûber li ser gundên Arfad, Kefernaya, Şêxîsa û Semûqa, hin sîvîl birîndar bûn.

Kesên birîndar ji Nexweşxaneya Avrîn ya Efrînê hatin rakirin û rewşa hinek ji wan giran e.

​Hate zanîn ku Artêşa Şoreşgeran bersîva topbaranê daye û navendeke çekdaran li bajarokê Mare armanc kiriye.

Hêjayî gotinê ye ku komên tundrê yên li başûr û rojhilata Efrînê, pir caran gundên bajarokên Şêrewa û Cindirêsê li Efrînê û gundên rizgarkirî li Herêma Şehba bi çekên giran armanc dikin û hewl didin ku derbazî herêmê bibin.

NR_6_13_17
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:02 0:00

XS
SM
MD
LG