Lînkên eksesibilîtî

Tirkîye Erîşên Nû Dibe Ser Herêma Efrînê


Sînorê di navbera Efrîn û Tirkîyê

Jêderên herêmî yên Efrinê radigihînin ku Tirkîye û komên ku piştgirîya wan dike, bi topan êrîşê gund û navçeyên wî bajarî dikin.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) da zanîn ku jiber êrîşa bi topan, 3 kesên ku 2 ji wan zarok in hatine kuştin û 10 kesên din jî birîndar bûne.

Medya Tirk dîyar dike ku Artêşa Tirk, wek bersîvdana êrîşa ji herêma Çîyayê Parsa ya li hember Kilisê, êrîş biriye ser herêma Efrînê.

Wezîrê Berevanî yê Tirkîyê Fîkrî Işik got ku ger ew li dijî xwe gefeke ewlekarîyê hîs bikin ew dikarin operasyona dersînor li dar bixînin.

Fermandarê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li Efrînê Mehmûd Berxwedan, di hevpeyîneke taybet de ji Dengê Amerîka re ragihandibû ku ‘’Tirkîye rastîyan serûbin dike û wek gef nîşan dide.''

Berxwedan dabû zanîn ku ‘’di şeş salên dawî de YPG’ê, ti car guleyek jî neavêtîye hêla Tirkîyê.’’

XS
SM
MD
LG