Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Ser Daxuyanîya Amerîka ya Dijî Operasyona Efrînê Bertekan Nîşan Dide


Tillerson û Çavuşoğlu
Tillerson û Çavuşoğlu

Wezareta Derve ya Tirkîyê ser gotinên Beredevka Wezareta Derve ya Amerîka Heather Nauert, ku dîyar kiribû ku axa Efrînê di nav Sûrîyê de ye û divê operasyona li wir raweste, bertek nîşan da.

Nauert dabû zanîn ku divê karbidestên Tirkîyê biryara agirbestê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) jinûve bixwînin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Tirkîyê Hamî Aksoy da zanîn ku di biryara NY’ê de Efrîn tune û Nauert ‘’birayarê bi awayekî şaş dinirxînê’’

Aksoy dîyar kir ku Artêşa Tirkîyê li Sûrîyê bo yekîtîya axa wî welatî û ‘’terorîstên dijî Enqerê şer dike û Tirkîye ne alîyê şerên li Sûrîyê ye’’ Wî da zanîn ku li gor xala 51’an ya NY’ê, Tirkîyê bi awayekî rêwa berevanîya axa xwe dike.

Berdevkê Wezareta Derve ya Tirkîyê bang li Amerîka kir ku ‘’dest ji piştgirîya terorîstan berde û êrîşên rejîmê yên dijî sîvîlan rawestîne’’

XS
SM
MD
LG