Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Liv û Tevgera Artêşa Tirk li Ser Sînorê Efrînê Didome


Di dema ku artêşa Tirk li tixûbê başûr Efrînê ango li parêzeha Îdlibê, hêzên xwe derbazî nav axa Sûrîyê kirine, ev li deverên sînorî yên bakurê Efrînê jî livên xwe didomîne.

Liv û tevgera artêşa Tirk sînor derbaz dike û di nav ax û zevîyên Efrînîyan de ku gundên wan li devera sînorî ne, dîwaran ava dike û daran hildikişîne herwiha çeper û mewzîyên leşkerî jî zêde kirine.

​Peyamhinêrê Ajansa Hawar ya Nûçeyan (ANHA) Ehmed Reşîd ku li deverê ye û ji nêz ve rewşa sînor dişopîne ev agahî bi Dengê Amerka re parve kirin:

"Li seranserê xeta sînor artêşa Tirk sînorê xwe pêş de dide, rojane firokên keşfê jî li ser gundên digerin, ku vê dawîyê gundên devera Şera topbaran dikin. Li Reco jî artêşa Tirk li gundê Şingêlê 150 dar hilkirin bi armanca kontrolkirina hin tepeyên bilind".

Reşîd îdia dike ku Tirkîye li ser sînorê Reco, nêzî kanîya Batmanê çekdarên îslamî bi cih dike, qereqolan tijî dike û alavên zirxî belav dike.

Hêjayî gotinê ye ku ji sala 2013'an de Tirkîye dest bi lêkirina dîwarekî li seranserê sînorê Efrînê kiriye. Tirkîyê ji wê çaxê heta niha, herwiha bi dehan hektar zevîyên gundên sînorî desteser kirine û hezaran dar jêkirine.

Rûniştvanên ser tixub bal dikşînin ku leşkerên Tirk pir caran jî çekan li dîjî wan bi kar tînin û deverên nêzî sînor topbaran dikin.

NR_10_30_17_sînor
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:08 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG