Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nirxandina Êrîşên Sala Borî yên Artêşa Tirk li Ser Herêma Efrînê


Tirkîyê ji destpêka sala 2017'an vir ve liv û tevgera xwe li dora Herêma Efrînê zêde kirine.

Artêşa Tirk êrîşên leşkerî, derbazkirina sînor û desteserkirina zevîyan di nava axa Sûrîyê de pêk anîn.

Derbara encam û bîlançoya kiryarên artêşa Tirk yên li dijî Efrînê, Nûrhat Hesen rojnamevanê Ajansa Hawar ya Nûçeyan (ANHA) de ji Dengê Amerîka re ev agahî dan.

Nûrhat Hesen
Nûrhat Hesen

"Di nava sala 2017'an de artêşa Tirk 11337 darên ser sînor hilkirine û 204 hektar zevîyên genim û ceh şewitandine, herwiha 54 sîvîl jiber êrîşan yan êşkencê, jîyana xwe ji dest dane".

Hesen dîyar kir ku di encama bersîvdayîna YPG'ê de 301 çekdar hatine kuştin ku di nav de, hin leşkerên Tirk jî hene.

Hesen ku ji nêz ve liv û tevgera artêşa Tirk û oparasyonên leşkerî li herêmê dişopîne, hin hûrbînî sebaret êrîşan de parve kirin û got ku artêşa Tirk 576 caran êrîş Efrînê û Şehba kiriye.

"Armanca serekî ya Tirkîyê ev e ku projeya federalîya Bakurê Sûrîyê bi bin bixe. Me bi pratîkî dît ku çawa artêşa Tirk derbaz Îdlibê bû da ku Efrînê dorpêç bike".

Rojnamevan Hesen bawer dike ku hêzên Kurdan û yên hevalbend bnersîveke baş ji wan êrîşan re dane.

"Em dikanin bêjin ku di sala 2107'an de YPG'ê û Artêşa Şoreşgeran kanîbû li hember dagîrkerîya Tirk rawestin û derbeyên mezin lê dane."

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku di Tebaxa 2016'an de artêşa Tirk derbazî nava axa Sûrîyê bûbû û ji wê çaxê de êrîşî her du kantonên Efrînê û Şehba dike.

NR_01_01_2018
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:22 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG