Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komên Tundrê Êrîşî Gundên Efrînê Kirin, YPG'ê Bersîveke Tund Da


Komên Îslamî yên tundrê careke din êrîş anîne ser gundên Efrîn, di êrîşan de çekên giran hatin bi kar anîn û çekdaran hewil dan ku derbazî nav axa Efrînê bibin.

Ji alîyê xwe ve Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bersîva êrîşan da û pevçûnên dijwar rû dan.

Li gor jêderên leşkerî ji Dengê Amerîka re dane zanîn ku, li enîya gundê Îska 2 çekdar hatin kuştin, bi dehan çekdarên din jî birîndar bûn.

Di encama bersîva YPG’ê de hemû êrîş hatin şikandin û çekdar neçar man paşde bikşînin.

Li alîyê navçeya Cindirês jî di encama topbarana çekdarên Cebhet El-Nusra û Ehrar El-Şam ên li navçeya Daretizê, Kela Seman û bajarokê Etmê bi cih bûne de, agir bi dehan hektaran ji zevîyên gundê Celemê û Qîlê ket.

Li gor şênîyê navçeyê, gundîyan tevî hemû hewildanan nikanîbûn êgir vemrînin çimkî çekdarên îslamî ew bi guleyan armanc dikirin.

Komên îslamî yên tundrê ku li gundewarê rojavayê Helebê û bakurê Îdlibê bi cih bûne, di çend rojên borî de rojane gundên navçeya Şêrewa û Cindirêsê Ii Efrînê bi çekên giran armanc dikin û hewil didin ku derbaz navçeyê bibin, YPG jî bersîva wan dide.

XS
SM
MD
LG