Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamena Îtalya Biryara Şandina Leşkeran Bo Nîger Erê Dike


Parlamena Îtalya - Roma
Parlamena Îtalya - Roma

Parlamentoya Îtalya derbarê hinartina leşkeran bo Nîger birayr stend ku, leşekerên bo Efrîqa tên şandin dê karê wan taybet be, bi şerê li dij terorê û bazirginay mirovan.

Dengdana roja Çarşemê di parlamena Îtalya de bi encamên Erê pêkhat, berî ku hilbijartinên Îtalya li 4 Adara îsal bihên encam dan, rûniştîna Çarşemê ya dawiyê bû.

Serok hikûmetê Îtalya "Paolo Gentiloni" got, ew hêzên me, yên nihe li Îraqê hene dê veguhêzîn Efrîqa jiber ku, bazirganiya mirovan herî zêde li wê herêmê pêk tê. Stratejîya hikûmeta çepgirên navîn ewe ku, li dij bazirganiya mirovan ya li Efrîqa xebatên xwe zêde bikin.

Salane bi 100 hezaran koçber bi rêkên qaçax digehin peravên Îtalya, gelek caran bi hewarkî ji aliyê zêrevanên deryayî ve têne rizgar kirin, herwiha Efrîqa herêma herî zêde bazirgianya mirovan lê tê encam dan.

Ji hejî gotinê ye ku, Sêşemê wezareta Navxwe ya Îtalya ragihand bû ku, zêrevanên deryayî yên Îtalya 1400 kes li peravên Lîbya ji mirinê rizgar kirine û laşên du miriyan di gemiyê de dîtine.

XS
SM
MD
LG