Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êzdîyên Efrînê Dibin Qurbaniyên Tundîyê


Êzidiyên Efrînê
Êzidiyên Efrînê

Di Roja Cîhanî ya Bîranîna Qurbaniyên Tundîya li ser Bingeha Ol û Baweriyan de, ku rêkeftî 22ê Tebaxê ye, Kurdên Êzdî li Efrînê hîn rastî tundî û fişaran tên.

Rêvebirê Sazîya Êzdîna Elî Îso ku mijûlî şopandina rewşa Êzdîyan e dîyar kir ku Tirkîyê û komên çekdar yên li Efrînê serdest in, tundîya madî û manewî li dijî Êzdîyan pêk tînin.

Rêvebirê Sazîya Êzdîna Elî Îso
Rêvebirê Sazîya Êzdîna Elî Îso

Wî hin kiryarên wan dest nîşan kirin: “Bi dehan sivîlên Êzdî hatine girtin û revandin, êşkence dîtin û hinek jê hatine kuştin, herwiha bi dehan mezargeh û cihên pîroz hatine rûxandin, li gundên Êzdî mizgeft tên ava kirin û Êzdîyên mane bi darê zorê dixwazin neçarî guhertina ola xwe bikin”.

Tê zanîn ku herêma Efrînê yek ji cihwarên sereke ye ku Kurdên Êzdî ji mêj de lê dijîn, di sedema rêvebirîya Xweser de Êzdîyatî weke oleke fermî dihate naskirin, lê piştî destdanîna Tirkîyê û komên çekdar yên pêre ser herêmê, rewşa Êzdîyan serûbin bû.

Dor armanca kirinên tundî û kiryarên li dijî Êzdîyan tên kirin, Hevseroka Yekîtîya Êzdîyên Efrînê Ayşe Sîdo wiha axivî, “Armanca wan pişavtina Êzdîyan e, dixwazin wan ji kokê de rakin, wan bidin koçber kirin, ji çand û resenîya xwe dûrxînin, berî sed salî piranîya Efrînê Êzdî bûn, niha tenê 23 gundên wan mane, loma dixwazin wan jî ji nav bibin”.

Ayşe Silo Heseroka Yekîtiya Êzidiyan li Efrînê
Ayşe Silo Heseroka Yekîtiya Êzidiyan li Efrînê

Her di çarçoveya kiryarên li dijî Êzdîyan de li Efrînê tên kirin, Elî Îso bawer dike ku ew bi awayekî sîstemetîk tên kirin, li ser bingeha ku gelê deverê Kurd e û hîn zêde li dijî Êzdîyan ji ber ola wan.

Îso tekez kir ku divê karekî zêde di warê qanûn û ragihandinê de were kirin, ku sûcdar werin dest nîşan kirin û wiha pêde çû.

“Hemû binpêkirinên li Efrînê li ser bingeha netewî û olî tên kirin, jiber Kurd û Êzdî ne, loma ji civaka navneteweyî tê xwestin wan şermezar bike û birîna Efrînê derman bike, piştgirî jê re hebe”.

Hêjayî gotinê ye ku gelek sazî û rêxistinên navdewletî Tirkîyê û komên çekdar bi encamdana sûcên şer û yên li dijî mirovahîyê tewanbar kiribûn.

Di nava wan de Komîteya Amerîkî ya Azadîyên Olî ya Navdewletî (USCIRF) jî heye, komîteyê di raportek xwe de dabû zanîn ku Tirkîyê kêmîneyên olî yên Êzîdî û Krîstiyan ji Efrînê bi zorê koçber dike û niştecî ji deverên Sûrî yên din dixe şûna wan de, Komîteyê ev kiryar weke paqijkirina nijadî bi nav kiribû.

Raporta Efrînê 22 08 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:47 0:00

XS
SM
MD
LG