Emîndarê giştî yê Civata Nowec ya Koçberan, Jan Egeland roja Çarşemê ragihand ku, şerê li dij Dewleta Îslamê DAIŞ'ê li Îraqê nêzîke bi dawî bibe, lê jiber nakokîyên siyasî û roşenbîrî gihandina alîkarîyan bo koçberan gelek bi zehmet ketîye.
Egeland herwiha Îraqî hişyar kirin ku, hevpeymaniya navnetewî ya ev sê sale jiber şerê li dij DAIŞ'ê alîkariyên mirovî pêşkeşî koçberên li Îraqê dike, piştî bidawî bûna şerê lidij wê rêxistinê dê alîkariyên xwe gelek kêm bikin.
Ji sedema şerê li dij DAIŞ'ê nêzîkî 3 mîlyon kes ji malên xwe koçber bûbûn, piştî aloziyên di navbera hikûmeta navendî li Bexda û Hewlêrê de derbarê encamdana referandumê, pêlên nû yên koçberan peyda bûne.
Egeland di seredana xwe ya Îraqê de gote ajansa Reuters, nakokiyên siyasî, kulturî û mezhebî bi şêweke ku, nedihat çaverê kirin zêde bûne.
Egeland di seredana xwe de bang li civaka navnetewî kir da ku, dest ji mîlyoan koçberên li Îraqê ber nedin û got "ev nek dê bibe çavkaniya şermekê, lê ev dê bibe destberdan û kêmasîyek jî".
Civata Norwec ya Koçberan yek ji rêxistinên herî bi bandore li Îraqê, heta niha gelek alîkarî gihandine koçberên li wî welatî.