Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Milyonan Kes li Hilbijartina Misirê Beşdar Dibin


Hilbijartina serokatî li Misirê destpê kir û bi milyonan kes di dengdanê de beşdar dibin.

Dengdana roja Çarşemê yekemîn hilbijartina serokatî ye piştî serok Husnî Mubarek li sala bihurî dest ji posta xwe berda.

Misirî dengê xwe didin 12 kandîdan û dengdan du rojan berdewam dibe.

Kandîdên serekî ev in: wezîrê derve yê berê Amr Musa, serokwezîrê berê Ahmed Şefîq û Muhemed Mursî ji partiya Îslamî Îxwan El Muslimîn.

Nêzîkî 50 Milyon Misirî dikarin dengê xwe bidin.

XS
SM
MD
LG