Lînkên eksesibilîtî

Berpirsên ewlekariya Misrê dibêjin bi kêmanî 55 polîs, di nav de jî 20 efser hatin kuştin di êrîşekê dijî wan de li nêzîkî Qahîra paytext.

Berpirsan îro Şemiyê got pevçûn derengî Înê deketin holê li herêma el-Waha el-Behriye ya parêzgeha Cîza, ku derdora 135 kîlometir dûrî Qahîrayê ye.

Berpirs dibêjin renge jimara kuştiyan bilind bibe.

Berpirsan nexwest navên xwe diyar bikin ji ber ku wan desthilata axaftina li gel medya nebû.

Wezareta navxweyî ya Misir daxuyaniyek di vê derbarê de belav kir lê jimara kuştiyan diyar nekir.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG