Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Misrî Cezayê Sêdarekirinê Dide 28 Kesan li dor Kuştina Dadwerekî


Dadgeheke Misrî cezayê sêdarekirinê dide 28 kesan li dor rola wan di kuştina dadwerekî di sala 2015an de.

Biryara dadgehê ya îro şemiyê hat piştî rawêjkariya li gel Miftiyê Giştî yê Misir, ku desthilata ayînî ya herî bilind e li welêt, û her wiha piştî biryara seretayî ya sêdarekirina wan di meha Hizêranê de.

Rawêjkariya li gel Miftiyê Giştî, bi awakî fermî ji aliyê dadgehan ve tê kirin di cezayên sêdarekirinê de.

Ev ceza dê rastî pêdaçûnê bên.

Dadgehê, her wiha cezayên cûrbecûr dan hin tawanbarên din ku hin ji wan digihin zîndankirina hetahetayê.

ji nav 67 tawanbaran 15 tawanbar hîn azad in.

Dadwer Hîşam Berekat, ew yek ji berpirsên herî mezin ên Misir bûn ku tên kuştin li ser destê çekdarên Îslamî ji sala 2013an ve, dema dûrxistina serokê Îslamî yê berê Mihemed Morsî ji ser desthilatê.

XS
SM
MD
LG