Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hilbijartina parlemanî li Misirê Destpê Kir


گرین لینڈ میں، جہاں گلوبل وارمنگ سے بڑے پیمانے پر برف پگھل رہی ہے، ایک برفانی تودے کا عکس۔
گرین لینڈ میں، جہاں گلوبل وارمنگ سے بڑے پیمانے پر برف پگھل رہی ہے، ایک برفانی تودے کا عکس۔

Hilbijartina parlemanî roja Duşemê li Misirê destpê kir, ku yekemîn hilbijartin e piştî serokê zordarê wî welatî Husnî Mubarek li meha Subatê neçar bû dest ji serokatiyê berde ji ber xwepêşandanên demokrasîxwaz.

Li gor qanûnên ku ji layê desthilatdarên artêşê ve hatîne diyar kirin, porseya hilbijartinê bo Civata Jorîn ya parlemanî heta şeş heftiyan berdewam dibe. Çaverê dihête kirin encamên wê dengdanê li destpêka sala 2012 bihêne eşkere kirin.

Herwiha li roja 29 meha 1, sala 2012 proseya dengdanê bo Civata Jêrîn ya parlemanî destpê dike ku ew jî şeş heftiyan berdewam dibe.

Li gor desthilatdarên arteşê, parlementoya hilbijartî qanûna bingehîn a nû amade dike.

XS
SM
MD
LG