Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Çaverê Ye Karbidestên Misir û Îsraîlê Roja Înê Ser Agirbesta Gaza Bicivin


Du karbidestên ewlekarî yên Misirê îro Pêncşemê ragihandin ku Misir, ku jibo agirbesta Gaza û berdana rehîneyan navbeynkarîyê dike, ji Îsraîlê daxwaza civînekê kir.

Ew karbidest dîyar dikin ku nûnerên Misir, Îsraîl û Amerîka do Çarşemê bi hevdîtinên rûbirû û yên bi rêkên din ser pêşvebirina danûstandinên jibo aştîyê û berdana dîlan peyivîne.

Karbidest dibêjin ku Îsraîl jibo destûra ser vegera Gazayîyên ku ji warên xwe derketine vegerin malên xwe hîn erênî dipeyîve.

Vegera Gazayîyan û vekişîna hêzên Îsraîlê di danûstandinên berê de, ku Misir û Qatarê navbeynkarî kiribûn, kêşeyên serekî û li ser lihevkirin çênebûbû.

Çaverê ye karbidestên Misir û Îsraîlê roja Înê li Qahîre kom bibin û dibe ku li gor encamê bi Hamasê re jî civîn çêbin.

Amerîka û 17 dewletên din îro Pêncşemê jibo çareserîya kêşeya Gaza bang li Hamasê kirin ku hemî rehîneyan berde, lê wê rêxistinê dîyar kir ku ewê li hember zexta navneteweyî serî netewîne.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG