Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Misir Dibêje ew Amade ye Piştgirîya Erebistana Siûdî Bike

Arşîf- Şahzadê Tac ê Erebistana Siûdî Mihemed Bin Selman û serokê Misirê Ebdufetah Sîsî.
Arşîf- Şahzadê Tac ê Erebistana Siûdî Mihemed Bin Selman û serokê Misirê Ebdufetah Sîsî.

Seroktîya Misirê îro Yekşemê got ku Misir amade ye piştgirîya pêwîst bide Erebistana Siûdî da ku ewlehî û aramîya xwe biparêze, di demekê de ku Hûsîyên Yemenê yên bi Îranê ve girêdayî êrîşên xwe li ser mezintirîn hinardekara petrolê ya cîhanê zêde dikin.

Serokê Misirê Ebdulfetah Sîsî daxwaza civîneke awarte ya parlemanê kiribû da ku destûr bide artêşê, ku yek ji mezintirîn û bihêztirînên artêşên herêmê ye, ku alîkarîya parastina Erebistana Siûdî bike ger padîşahî piştgirîya wê bixwaze.

Hûsîyan di rojên dawî de êrîşî balafirgeha navneteweyî ya Riyadê û kompanîya mezin a petrolê ya dewletê Saudi Aramco kir.

Seroktîya Misirê di daxuyanîyekê de got, "Misir dê hemî formên piştgirîyê yên pêwîst û guncaw bide Erebistana Siûdî da ku ewlehî û aramîya xwe, çavkanîyên xwe, yekparçeyîya xakê û cihên pîroz ên Îslamî biparêze."

Misir û Erebistana Siûdî hevkarên stratejîk û aborî yên nêzîk in. Erebistana Siûdî û welatên din ên dewlemend ên Kendavê, piştî ku di sala 2013an de Serokê Îslamî Mihemed Mursî ji alîyê leşkerî ve ji desthilatdarîyê hate derxistin, bi milyaran dolar alîkarî, emanetên banka navendî û weberhênan dan Misirê.

Misir berê tevlî koalîsyona bi pêşengîya Siûdî bûbû ku di sala 2015’an de ji bo piştgirîya hikûmetê li dijî Hûsîyan destêwerdan li Yemenê kir, lê roleke şer a sînordar lîst.

This item is part of
XS
SM
MD
LG