Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berpirsên Misrî: Êrîşeka Çekdaran li Nîvgirava Sînayê Polîsek Kuşt


Li Misrê berpirs dibêjin di encama êrîşeke çekdaran de li nîvgirava Sînayê endamekî hêzên polîs hate kuştin.

Berpirsan got çekdaran îro Yekşemê li bajarê Refeh êrîşî xaleke vekolînê ya polîs kir. Wan got di êrîşê de du serbaz birîndar bûn û hatin veguhestin bo nexweşxaneyê ji bo dermankirinê.

Desthilatdar dibêjin hêzên ewlekariyê çekdarek kuşt û di pevçûna piştî êrîşê de hin çekdarên din birîndar kirin.

Berpirsan nexwest navên xwe diyar bikin ji ber ku wan desthilata axaftina li gel medya nebû.

Ti gurûpan berpirsiyariya êrîşê ranegihand, lê ew pencemora gurûpa girêdayî Dewleta Îslamî li Sînayê hildigre.

Misir şerê çekdarên girêdayî gurûpa Dewleta Îslamî dike û ev şer ji sala 2013an ve girantir bûye.

XS
SM
MD
LG