Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Helbestvan Ehmedê Palo li Qamişlo Hat Bîranîn


Helbestvan Ehemdê Palo li Qamişlo hate bîranîn
Helbestvan Ehemdê Palo li Qamişlo hate bîranîn

Roja duşemê 9ê gulana 2022yan, 31 sal di ser koça dawî ya helbestvanê kurd Mele Ehmedê Palo re derbas bû.

Malbat û hezkiriyên Palo li ser gora wî li bajarê Qamişlo kom bûn û jiyana wî bi bîr anîn.

Roja duşemê 9ê gulana 2022yan, 31 sal di ser koça dawî ya helbestvanê kurd Mele Ehmedê Palo re derbas bû.

Malbat û hezkiriyên Palo li ser gora wî li bajarê Qamişlo kom bûn û jiyana wî bi bîr anîn.

Kurê Ehmedê Palo, Seîd Palo ji dengê Emerîka re axifî û got ku bavê wî di jiyana xwede gelek êş û zehetî kişandin, û di wê demê de kesên weke wî kêm bûn.

Çalakî bi beşdarbûna hin saziyên çandî û huberî bi rê ve çû, her wiha xelata malbata Palo ku salane di vê rojê tê dayîn, îsal ji bo Helbestvan Ehmed Bavê Alan hat pêşkêşkirin.

Ehmed bavê Alan ku rêveberê dezgeha Bûyer a ragihandinê ye jî, bi rêya Dengê Emerîka bang li sazî û rêxistinên têkildarê çand û hunrê li bakur û rojhilatê Sûriyê kir ku xwedî li berhemên Palo derkevin û her sal wî bi bîr bînin.

Mele Ehmedê Palo yek ji helbestvanên Kurdistanî yên klasîk e di sala 1920 an de li gundê Sêra Çûrê yê girêdayî bajarê Palo li Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye, û li Rojavayê Kurdistanê jiyana xwe derbas kiriye, di huner û wêjeya Kurdî de roleke wî mezin heye û ji ber xebata wî du caran li ser destê hêzên ewlehî yên Sûriyê, hatiye zindankirin.

Seydayê Palo gelek berhem afirandin, lê heta niha tenê du berhemên wî yên bi navê Dewr û Gera Kurdistanê û Rêzimana Kurdî, hatine çapkirin, ji berhemên wî yên neçapkirî jî, destana (Civîna Nemiran) ku ji 10 hezar malikan pêk tê.

Palo bi erebî, farsî, tirkî, û zaravayên kurdî yên sereke zanîbû, di 9ê Gulana 1991ê de, koça dawî kir û li goristana Mehmeqeya ya bajarê Qamişlo, hate veşartin.

ZO_05_10_2022_Ehmedê_Palo
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:50 0:00

XS
SM
MD
LG