Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ehmed Qilîç:Filmên Kurdî Nasnameya Gelê Kurd Baştir Nîşan Didin


Li welatê Almanya ku bûye navendek ji çalakiyên kurdan re Festîvala Filmên Kurdî ya Hamburgê ya 12’an îsal di navbera 28’ê Cotmehê û 3’ê Mijdarê de li dar ket.

Festîvalê bi filma derhêner Şewket Emîn Korkî yê nû “The Exam” (Ezmûn) destpê kir.

Derhêner Ehmed Qilîç ku ji xelkê Efrînê ye û ji sala 2016an ve li Almanya dijî, yek ji endamê komîta rêvebir ya vê festîvalê ye.

Ehmed dibêje ku ev festîval 43 filmên Kurdî bijartin bo vê salê, ku piraniya wan ji aliyê nifşê nû ne ji derhînerên Kurdan re.

Ehmed anî ziman ku girîngiya vê festîvalê tê ji ber ku jimarek mezin ji revenda Kurd li Hamburg dijî û ev festîval pênasînek baş e ji gelê kurd re di nav civata almanî de.

Her wiha jî wî got ku di van çalakiyan de diyar dibe ku xebatên baş û balkêş dibin li ser avakirina sînema Kurdî.

Ehmed Qilîç li zanîngeha Şamê li Sûriyê rojnamagerî xwendiye.

sala 2019an yekemîn filmê xwe ( Die Wege Des Stahls) yê belgeyî çêkiri bi alîkariya Dîbistana Media li Hamburg.

Deng û Reng- Ehmed Qilîç-11-15-2021-LA
please wait

No media source currently available

0:00 0:30:01 0:00


XS
SM
MD
LG