Serokê Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus îro Duşemê hişyarî da ku cureya omicron ya vîrusa korona ji varyanta delta gelek lezgîntir belav dibe.
Ghebreyesus got ku kesên vaksînkirî û yên qencbûyî dikarin jinûve bi nexweşîya COVID-19 dikevin.
"Niha di destê me de delîlên berbiçav hene ku cureya omicron ji awayê delta bi leztir belav dibe. Ne dûr e ku mirovên vaksînkirî yan kesên ku nû ji COVID-19 filitîne dikarin careke din bi wê nexweşîyê bikevin, Ghebreyesus li Cenevrê ji rojnamevanan re got.
Zanista serekî ya WHO Soumya Swaminathan jî got ku ne maqulane ye ku mirov bandora cureya omicron ji ya delta nermtir bibîne.
Swaminatha bi berdewamî got ku bi zêdebûna pêketîyên korona, sîstemên saxlemî yên dewletên curbicur wê têxe rewşeke dijwar.
Wê got ku cureya omicron li ser sîstema berevanîya merivan xeterîyê çêdike û divê kesên bi sîstema lawaz ya parastinê demûdest werin vaksîn kirin.