Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ekrem Îmamoglu: Ez Hêvî Dikim ku Roja Çarşemê Destûrnameyê Bistînim


Ekrem Îmamoglu, ku bo bajarvanîya Stenbolê hatiye hilbijartin, dîyar kir ku ew li benda destûrnameyê ye.

Îmamoglu da zanîn ku ti kêşe çênebûye û ew hêvî dike ku roja Sêşemê destûrnameyê bistîne.

‘’Heta niha ti arîşeya ji me re hatî gotin tune. Ti pêdeçûn nehatiye ber destê me.’’ Îmamoglu got.

Wî bi berdewamî dîyar kir ku ewê ji Stenbolîyan re jî ragihînin merasîma wergirtinê.

Berbijarê Tifaqa Gel ya ji Partîya Komarî ya Gel (CHP) Ekrem Îmamoglu di 31’ê Adarê de jî bi ser ketibû, lê li ser daxwazên pêdeçûnên yên Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) ew hilbijartin hatibû betal kirin.

Di hilbijartina 23’ê Hezîranê de Ekrem Îmamoglu careke din bi ser ket.

Hêjayî bîrxistinê ye, pisporên sîyasetê didin zanîn ku hilbijêrên Partîya Demokratîk ya Gel (HDP) di serketina Îmamoglu de roleke girîng lîstine.

XS
SM
MD
LG