Serokê Sûrî Beşar el-Essed dibêjit ew çaverê dike hikûmet li heftiya bihêt rewşa awarte ya bi dehan salan li wî welatî raket.
Wî ew gotin roja Şembiyê di nav axiftinekê de bo kabîneya nû kirin ku li seranserî welatî belav bû. Xwepêşanderên dijî hikûmetê daxza hilgirtina rewşa awarte kirîne, ya ku deselatên berfireh dide hêzên parastinê ku kiryarên girtin û zîndanî kirinan bi rêve biben
Rêzar Essed got tenahî û aramî pirsa herî girînga Sûrîyê ye, hêzên parastinê pêdivî bi rahênanên zîdetir hene ka bi çi awayî li gel xwenîşaderan serederiyê biken.
Serokî got bêkarî – bi taybetî bêkariya li nav gencan de- wek mezintirîn pirsgirêka Sûrî maye. Rêzdar Essed got gencên nikarin kar peyda biken mandî û bêzar dibin, û li gor gotina wî, ew çend wan ji hikûmetê dûr têxit. Wî daxaz ji kabîneya nûya welatî kir ku hizrê li hijmarek biryaran biken bo çêkirina derfetên zêdetirên kar kirinê.