Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Muallîm: Hember Sûrîyê Komployên Tirkiye, Amerîka û Îsraîlê Didomin


Wezîrê Derve yê Sûrîye Welîd Muallim, îdia kir ku Tirkîye, Amerîka û Îsraîl, jibo têkbirina hewildanên tekoşîna li dijî terorê ya Sûrîye komployên xwe didomînin.

Muallîm, berî civîna bi Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov re, ku di çarçoveya Komîteya Hevkar a Bazirganî, Ekonomî, Zanistî û Teknîkî ya Rûsya û Sûrîye lidarxistin, axifî.

"Amerîka, Tirkîye û Îsraîla dijmin, jibo hewildanên me yên li dijî tekoşîna terorê têk bibin, taybet jî tekoşîna li hember El Nusra asteng bikin, komployan didomînin," Muallîm got.

Wî da zanîn ku ew li bakurê welatê xwe bi êrîşên Tirkîyê re rûbirû ne. “Amerîka jî nefta Sûrîyê talan dike û çend roj berê jibo ku êrîş bibe ser tesîsên neftê yên li bajarê Humsê, firok şandine.”

Muallîm herwiha got kiu Îsraîlê jî êvara Yekşemê bi roketan êrîş bir ser Şam û dora wê.

XS
SM
MD
LG