Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Amerîkî li Somalî 8 Çekdarên El Şebabê Kuştin


Hêzên Amerîkî li Somalî (Arşîv)
Hêzên Amerîkî li Somalî (Arşîv)

Hêzên Amerîka yên li Somalî bi operasyonên êrîşên esmanî 8 çekdarên El Şebabê kuştin û 2 yên din jî birîndar kirin.

Fermandarê AFRICOM General Stephen Townson dîyar kir ku ewê operasyonên xwe yên dijî El Şebabê bidomînin.

‘’Li Somalîyê zararê didin ewlekarîyê û divê li ser wan fişar çêbe û ew bê bandor bimînin.’’ Stephen Townson got.

AFRICOM’ê jî ragihand ku dijî çekdarên El – Şebabê du operasyonên esmanî li dar ketine û bi wan çekdarên payabilind yê wê rêxistinê hatine kuştin.

Li gor daxuyanîya AFRICOM’ê di operasyonê de sîvîlan ti zarar nedîtiye.

Serokê Amerîka Donald Trump di rojên borî de ferman dabû 700 leşkerên Amerîkî yên li Somalî vekişin.

Pentagonê dîyar kiribû ku vekişîna ji Somalî wê di serê sala 2021’an de destpê bike û ew leşker wê li Kenya û Cîbutî bi cîh bibin û li wir têkoşîna dijî El Şebab bidomînin.

XS
SM
MD
LG