Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Times: Îstîxbarata Îsraîlê di Tebaxê de Rêberê Duyem yê El-Qaîde li Îranê Kuştiye


El Qaîde
El Qaîde

Rojnemaya New York Times ji ser zarê karbidestên îstixbaratî ragihand ku fermandarê duyem yê rexistina El Qaîde Abdullah Ahmed Abdullah, di meha Tebaxê de li Îranê ji hêla îstixbarata Îsraîlî ve hatîye kuştin.

Abdullah ku wek Ebû Muhammed el- Masrî tê nasîn, di 7'ê Tebaxê de, li kolanên Tehranê ji hêla du kesan ve bi motorsîkletek hatîye kuştin, Times roja Înyê ragihand.

Masrî jibo alikarîya birêvebirina bombebarana du balyozxaneyên Amerîka yên li Afrîkayê dihat tawanbarkirin demek dirêj bû û hevdem di nav lîsteya Terorîstên Herî Têxwestin ya Buroya Lêpirsînê ya Federal ya Amerîkayê de bû.

New York Times got ku rola Amerîka ya di kuştina Masrî de ne diyar e.

Hevdem, El Qaîde kuştina Masrî ranegihandîye û karbidestên Îranê ev bûyer veşartîye û heman demê de heya niha ti dewletê bi eşkere berpirsyarîya kuştinê negirtîye ser xwe.

Îranê îro Şemiyê nûçeya NY Timesê red kir, û got ku ti terorîstêv El Qaîde li ser axa wê tuneye.

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Seîd Xetîbzade bi daxuyanîyeke de ragihand ku Amerîka û Îsraîl carnan bi bi derewan û agahdarîya xelet ji medyayê re hewl didin ku komên wiha girêdayêyê Îranê bikin û herwiha da ku berpirsîyarîya çalakîyên sûcdar yên vê komê û komên din yên terorîst li herêmê qabûl nekin.

Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Qesra Sipî yekser bersîva daxwaza şîroveyên di derbarê raporta Times'ê, neda.

Ofîsa serokwezîrê Îsraîlê got ku ew li ser raportê şîrove nakin.

NY Times ragihand ku, Masrî ku yek ji rêberên damezrînerê rexistina El Qaîde ye, digel keça xwe hatîye kuştin ku ew jina bî ya kurê serokê berê yê el Qaîde Usama bin Laden bû.

Times ji zarê karbidestekî îstixbarata Amerîkî dazanîn ku Masrî ji 2003'an ve di binçavkirina Îranê de bû lê ji sala 2015'an ve li Tehranê azad dijiya.

Yekser nayê zanîn ku, heke rast be, mirina Masrî çi bandor li ser çalakiyên El Qaîde kiriye.

Tevî ku rexistinê di nêzîkê bîst salên dawî de, ji dema êrîşên dijî New York û Washingtonê vir ve, çend rêberên xwe yên payebilind winda kir jî, El Qaîde ji Rojhilata Navîn heya Afganistanê û heya Rojavaya Afrîka hevalbendîyên çalakvan ava kir û meşand.

Hejayê bîrxistinê ye ku raporta kuştina el-Masrî bi hefteyan piştî kuştina du rêberên din yên payebilind yên El-Qaîde li Afganistanê ji hêla hêzên ewlekarî yên herêmî ve, har ragihandin.


XS
SM
MD
LG