Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

El Misrî Yek ji Fermandarên El Qaîdeyê li Afganistanê Hat Kuştin


Arşîv: Hêzên ewlehîya Afganî
Arşîv: Hêzên ewlehîya Afganî

Ofîsa Ewlehîya Neteweyî ya Afganîstanê (NDS) êvara Şemîyê dîyar kir ku rêbereke rexistina El Qaîdeyê Ebû Muhsîn El Misrî ji alîyê hêzên ewlehîya Afganî ve hatîye kuştin.

Ebû Muhsîn El Misrî di lîsteya Terorîstên Herî Pir Tê Xwestin ya Ofîsa Lêpirsînê ya Federal de bû.

NDS ragihand ku, tê bawer kirin El Misrî serfermandarê dudya ya rexistina El Qaîde ye û di dema operasyoneke taybet ya li herema Gaznî hatîye kuştin.

FBI red kir ku di derbarê kuştina El Misrî şîrove bike. Lê, li gor FBI, El Misrî di heman demê de, navê Husam Abd-el-Ra'uf jî bikar dianî û hemwelatîyeke dewleta Misirê bû.

Serokê Navenda Neteweyî ya Dijî Terorê ya Amerîkayê, Chris Miller, di daxuyaniyekê de kuştina El Misrî piştrast kir û Miller got "Têkbirina wî ya ji qada şer paşketinek mezin ya rêxistina terorîst e ku bi berdewamî di operasyonên ku ji hêla Amerîka û hevparên wê ve, tê hêsan kirin de windahiyên stratejîk didin."

Chris Mıller, bi berdewamî ragihand ku kuştina El Misrî yê El-Qaîde kembûna bandora rêxistina terorê dide ber çavan.

El Misrî ji hêla Amerîka vê jibo piştgirî û çavkaniyên berhemî pêşkêşî rêxistinek terorîst ya biyanî kirîye, û bi tevlîbûna kuştina welatîyên Amerîkî, hatibû tawanbar kirin û herwiha cezakirin.

Meha borî, Wezîrê Karên Derve yê Amerîka Mike Pompeo ragihandibû ku kêmtirî 200 revebirên El-Qaîde li Afganistanê mane.

Ev meh salvegera 19'an ya êrîş kirina ser Afganîstanê ya ji hêla Amerîkayê de, bi armanca ku serwerîya desthilatdarîya Talîbanê têk bibe, piştî ku rexistina El-Qaîde, yên ku 11'ê Îlona 2001'de êrîşê Amerîka kiribûn, û Talîbanê rê nedabû rêberê El-Qaîde Osma Bin Laden radestî Amerîka bike.

Amerîka, piştî ku di meha Sibatê de bi Talîban re peymanek girîng îmza kir, gav bi gav leşkerên xwe ji Afganistanê dikişîne.

Di çarçova vê peymanê da, dê hêzên biyanî di Gulana 2021'an de ji Afganistanê derkevin.

Talîban jî di berdêlê de garantîyên dijî terorîzmê dide, jibo agirbesteke mayînde û formula hevbeş ya detshilatdarîyê bi hikûmeta Afganî re, kirina danûstandinan qabûl dike.

Pêvajoya aştiyê ya navxweyî ya Afganîstanê meha borî li Doha dest pê kir. Tevî danûstandinan, di navbera Taliban û hêzên hikûmeta Afganî de, hefteyên borî de, şer dijwar bû.

Hefteya borî, Nûnerê Taybet yê Amerîka yê bo Afganistanê Zalmay Xelîlzad got, ku Talîbanê qebûl kirîye ku sozên xwe yên di bin peymana vekişîna leşkerî de jinûve saz bike û jimara qurbanîyên li welêt kêm bike.

XS
SM
MD
LG