Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Elbaka Wanê Tunebûna Doktoran Pirsgirêkên Mezin Derdixe


Li Bajarokê Elbaka (Başkale) Wanê di nexweşxaneya we ya dewlet de kemahîyen bijîşkan hene.

Elbak xwedîyê nîfûsa wê nêzî 60 hezar e û 115 kîlometrayan ji navenda bajarê Wanê dûr e, rûbirûyê tunebûna doktorên zayîna jinan û zarokan e û ew jî dibe sedema gazincên rûniştvanan.

Rûniştvanê Elbakê Kerîm Alan berî du rojan jibo zarokê xwe serledana nexweşxanê kirîye û ji wî re hatiye gotin ku piştî du, sê mehên din were.

“Di nexweşxane de doktor tuneye û nizanim çi bikim. Em gelek çaran neçar dimînin nexweşên xwe dibin navenda Wanê. Em êdî bezar bûne û daxwaza doktoran dikin,” Alan got.

Mehmet Emîn Yilmaz
Mehmet Emîn Yilmaz

Rêvebirê Sendîkaya Kedkarên Tendirustîyê (SES) yê Wanê, Mehmet Emîn Yilmaz jî destnîşan kir ku li tevahîya bajarokên Wanê heman pirsgirêk hene.

“Li piranîya bajarok û navenda Wanê kemahîyen doktoran heye û ev rewş jibo jinan û zarokan xeter e. Ji alîye din, gelek xwendekar hene ku bijîşkî xwendine, lê wezareta tendîrustîye, peywirê nade wan ku li newxeşxaneyan bixebitin."

Serbijşkê Nexweşxaneya Elbakê, Enver Pekmez pirsên ji Dengê Amerîka re got ku li nexweşxaneya wan beşên ortopedî û zayîn a jinan de bijîşk tuneye.

“Bijîşke zarokan jî çû leşkerî û nihe cihê wî vala ye. Rêvebirîya Tendirustî ya Wanê, jibo heremê bijîşk ji wezaretê daxwaz kiriye û em hîn li benda bersivê ne.”

**

AA_12_28_2018_Elbak
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:58 0:00

XS
SM
MD
LG