Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Wanê Di Nava Du Mehan de Termê 21 Penaberan Hatine Dîtin


Bajarokê Elbakê li Wanê
Bajarokê Elbakê li Wanê

Komîserîya Bilind ya Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) dibêje ku tenê di sala 2016’an de nêzî 22 mîlyon û 5 hezar kes ji cîh û warê xwe koç kirine.

Bajarê Wanê, ku li ser sînorê Îranê ye, jibo penaberên ji dewletên Asyayê bûye darbazgeheke girîng.

Karbidestên ewlekarîyê radigihînin ku ji meha Nîsanê vir ve li bajarokê Elbakê (Başkale) ku li ser sînorê Îranê ye, termên 21 koçberan hatine dîtin ku ji Afganistan, Srîlanka, Pakistan, Îraq, Bangladeş û Myanmarê ne.

Karbidest didine zanîn ku ew kes jiber sarmayê jîyana xwe ji dest dane û piştî hatina buharê û helîna berfê, termên wan penaberan jî derdikevin rûyê erdê.

Dîsa, ji destpêka Gulanê heta îro li herêma Wanê 997 penaberên ku dixwest ji ser Tirkîyê derbazî Ewrupa bibin, ji alîyê hêzên ewlekarîyê ve hatine girtin.

Serokê Şaxa Komela Mafên Mirovan (IHD) ya Wanê Murat Melet, ku derbarê penaberan de xabatan dimeşîne, got ku jiber şer û pevçûnan hejmareke zêde mirov neçar dimînin ku cîh û warên xwe biterikînin.

“Di mehên zivistanê de penaber jiber qereqolan nikarin bi reheti sînor derbaz bikin, loma neçar dimînin ku bi rojan li vir bimînin. Mixabin wê demê jî hin ji wan jîyana xwe ji dest didin,” Melet got.

AA_05_15_2019_Elbak
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:37 0:00

XS
SM
MD
LG