Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kurdên Sûrîyê di Qonaxa Yekê ya Hilbijartinan de Diçin Ser Sindoqan


Syrian Kurdish elections
Syrian Kurdish elections

Karbidestên Kurdên Sûrîyê dibêjin ku bi hezaran kes li ser sindoqan in ku li bakurê Sûrîyê hevserokên komînan anku civakên xwecîhî hilbijêrin.

Ev hilbijartin wek gaveke girîng ya xurtkirina sîstema federalîzmê li nav Sûrîyê tê dîtin.

Heta niha rêvebirîya Esad ya li Şamê ti daxuyanî li ser vê hilbijartinê nedaye.

Ajansa AP ji ajansa ANHA ya Kurdî radigihîne ku 12,421 berbijar jibo rêvebirîya 3,732 komînan anku civakên tax û gundan ketine hilbijartinan.

Sîyasetvanê Kurd Îdrîs Nahsan ji AP re ragihand ku Kurd, Ereb, Tirkmen û Krîstîyan jî tevli dengdanê dibin.

Hêjayî balkişandinê ye ku qonaxa duyê ya hilbijartinan, wê di meha Mijdarê de jibo civakên herêmî û dû re jî di xonaxa dawî de jî parlemana bi navê Civata Demokratîk ya Gel dê were hilbijartin.

XS
SM
MD
LG