Rûniştvanên gundewarên Kobanê gazincan dikin ku elektrîka wan kêm û lawaz e û ew rojê tenê ji 5 heta 8 saetan elektrîkê dîstînin û piştî 12’ê nîvê şevê kareba qut dibe.
Osman Ahmed, rûniştevanê gundê Sitê yê rojavayê Kobanê dibêje ku ew gelek dijwarîyan di jiyana xwe ya rojane de dibînin.
Dengê Amerîka ew pirsgirêk û gilîyên rûniştvanan gîhand rêvebirîya elektrîkê û wê jî ji alîyê xwe ve piştrast kir ku ew neçar in elektrîkê li ser gundan kêm bikin, jiber ku asta ava çemê Firatê pir kêm dibe.
Mihmed Xan, endamê rêvebirîya elektrîkê da zanîn ku ew tenê ji navenda bajarê Kobanê re rojê 24 saetan elektrîkê didin.
Tê zanîn ku tora elektrîkê bi tavahî di şerê DAIŞ’ê de hatibû rûxandin. Rêvebirîya elektrîkê dîyar dike ku tevî çêkirin û nûjenkirina toran, hîn jî pirsgirêk hene jiber ku alavên torê bi zorê dikanin peyda bikin.