Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Elend Şêxî: Bawerî Kilîta Serkeftinê Ye


Elend Şêxî
Elend Şêxî

Di 20ê Cotmehê de rojnamevanê Kurd Elend Şêxî yê 26 salî xelata baştirîn projeya xwendekaran di festîvala Koleja SAE de wergirt.

Ev festîval bi amadebûna jimareke mezin ji xwendekar û mamosteyên koleja SAE li bajarê Koln ya li Almanya çêbû.

Elend di vê pêşbirkê de baştirîn xelat li ser projeya xwe ya bi navê "Ji taristana zindanên Sûrîyê ta Almanya wergirt ku derbarê çalak û girtîyê zindanî yê berê Şepal Ibrahîm bû.

Elend bi salan karê rojnamegerîyê dike û bi taybetî jî di ARTA FM de raport, pêşkêşvanî û karên multîmedya jî dike.

Elend ji Amûdê ye û nêzî 7 salan ku li Almanya dijî û wî di dema pandemîyê de dest bi xwendina onlaynî di Koleja SAE de kir.

Ew dibêje ku bawerîya bixwe rêka serkeftina herî mezin e û divê ku keç û xortên Kurd vê bawerîyê xurt bikin û serkeftinên hêja bi dest xin.

Deng û Reng- Elend Şêxî-Mon-10-24-2022-LA.wav
please wait

No media source currently available

0:00 0:30:00 0:00
XS
SM
MD
LG