Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şirovekar: Berbijarkirina Elî Zeydî bo Avakirina Hikûmeta Îraqê Surprîzeke Mezin Bû

Serokwezîrê Destnîşankirî Elî Falih Zeydî (çep) û Serokwezîrê karbirêker Mihemed el Sûdanî.
Serokwezîrê Destnîşankirî Elî Falih Zeydî (çep) û Serokwezîrê karbirêker Mihemed el Sûdanî.

Piştî girjî û danûstandinên dijwar di navbera alîyên siyasî yên Îraqî de bi giştî û Çarçoveya Hemahengîyê ya Şî'a bi taybetî, roja Duşemê Elî Falih Zeydî wekî berbijarê posta serokwezîrê Îraqê hat destnîşankirin.

Serokomarê Îraqê Nizar Amêdî li Koşka Serokomarîyê li Bexdayê pêşwazî li Zeydî kir û bi merasîmeke destûrî ew ji bo avakirina hikûmeta nû ya Îraqê erkdar kir.

Cara yekê ye li Îraqê piştî sala 2003'an kesekî karsaz û teknokrat ji bo posteke siyasî ya payebilind tê destnîşankirin.

Li Îraqê bîr û ramanên cûda derbarê destnîşankirina Zeydî derketin holê.

Dr. Îsam Feylî.
Dr. Îsam Feylî.

Dr. Îsam Feylî, şirovekarê naskirî û mamosayê zanîngehê, ji Dengê Amerîka re got: "Destnîşankirina Elî Zeydî surprîzeke mezin bû, hem di qada siyasî ya Îraqî de, hem jî ji bo kolana Îraqî."

Feylî got ku raste Zeydî karsaz e û xwedî kanaleke televizyonî ye, lê ew di medyayê de ne dihat pêş û baş nedihat naskirin.

Dr. Nizar Heyder, Rêveberê Navenda ragihandina Îraqî li Washington, ligel Dr. Feylî hevbîr e û dibêje ku ji bo Îraqîyan berbijarîya Zeydî "şokeke mezin bû, lê ‘Çarçoveya Hemahengîyê’ ji neçarî ew pejirand, piştî astengî, krîz û duberîyên mezin di nava mala pêkhateyê Şî'a de ku zêdetirî şeş mehan nikarîbûn li ser kesekî lihev bikin."

Nizar Heyder - Rêveberê Navenda Ragihandina Îraqî li Washington
Nizar Heyder - Rêveberê Navenda Ragihandina Îraqî li Washington

Heyder da zanîn ku Îraqî baş fêm dikin ku berbijarkirina Zeydî ne "Bijardeke xwezayî bû," lê ew ji encama neçarîyê derket holê.

Li gor destûra Îraqê, piştî hilbijartina Serokomar ji alîyê endamên parlemanê ve divê di nav du hefteyan (15 roj) de kesekî bi avakirina hikûmetê erkdar bike.

Dr. Adnan Serac, Şêwirmendê Serokwezîr Mihemed Şîa' el Sûdanî û Serokê Navenda Îraqî bo Geşedana Ragihandinê, ji Dengê Amerîka re got: "Li gor destûra Îraqê, madeya 76'an divê piştî hilbijartinan bloka herî mezin di parlamenê de kesekî berbijar bike ji bo serokwezîrîyê û ‘Çarçoveya Hemahengîyê’ ew maf hebû ku kesekî ji bo serokwezîrîyê destnîşan bike."

Dr. Serac dibêje berî niha 9 kes hebûn ji bo berbijarîyê, lê astengî û duberîyên zêde di nav alîyên Şî'a de hebûn, ku 12 grûp û 12 nûnerên siyasî yên pêkhateya Şî'a de di nav Çarçoveya Hemahengîyê de gihîştin wê bawerîyê ku kesekî ji derveyî wan 12 pêkhateyan berbijar bikin.

Şirovekar Serac dide zanîn ku yekgirtina Çarçoveya Hemahengîyê ji bo Şî'a girîng bû da ku duberî û cûdabûn çênebe, wan li ser berbijarîya Elî Zeydî lihev kir.

Adnan Serac
Adnan Serac

Dr. Serac derbarê helwesta Amerîkayê li dor berbijarîya Zeydî diyar kur ku "Ji ber ku welatên weke Fransa, Urdun û piranîya welatên li herêmê destnîşankirina Zeydî pêşwazî kirin, ez bawer nakim ku Amerîka li dijî vê biryarê be, ji ber ku Amerîka jî kesekî dûrî girjîyên siyasî dixwaze, û heta niha Amerîkayê helwestek nîşan nedaye."

Dengê Amerîka peywendî ligel Wezareta Derve ya Amerîkayê derbarê destnîşankirina Zeydî kiriye, lê heta belavkirina vê raportê ti bersiv nebû.

"Elî Zeydî, kesekî nêzîkî hemû hêzên siyasî li Îraqê ye, nêzîkî Şî'a, Sunî û Kurdan e. Ew kesekî ne hizbî ye, kesek îdarî, teknokrat û pisporekî deryayî ye," Serac got.

Serac da zanîn ku astengîyên mezin li pêşîya zeydî hene, bi taybet derbarê pirsên weke "Terorîzm, şerê gendelîyê, biryara ku çek tenê di destê dewletê de be û pirsgirêkên aborî."

Wî herwiha got ku dê rêya Zeydî gelek zehmet be heta ku alîyên siyasî ji bo destnîşankirina wezîrên kabîneyê razî bike.

Hêjayî gotinê ye ku piranîya alîyên siyasî li Îraqê pêşwazî li berbijarkirina Zeydî kiriye. Ofîsa ragihandinê ya Serokwezîrê Îraqê roja Sêşemê, peyamek weşand û got "Serokwezîrê destnîşankirî Birêz Elî Felah el-Zeydî, ji Serokê Partîya Demokrata Kurdistanê, Birêz Mesûd Barzanî, peywendîyeke telefonî wergirt, tê de (Barzanî) pîrozbahî lê kir, wekî berbijarê bloka herî mezin ji bo avakirina hikûmeta nû."

Barzanî daxwaza serkeftinê ji bo Zeydî kir ku karibe hikûmeteke nû di demeke zû de ava bike.

Herwiha, Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî, û Bafil Talebanî, Serokê Yekîtîya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) bi peyamên pîrozbahîyê li ser platforma X'ê de pêşwazî li destnîşankirina Zeydî kirin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG