Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fuad Alîko: Kurd Neçûn Ser Sindoqan


Bizavkarên Sûrî dibêjin, gelek Sûrî hem li gundan hem jî li bajarên seranser welêt hilbijartina parlemanê boykot dikin.

Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de Fuad Elîko, Endamê Komîteya Sîyasî ya Partîya Yekîtîya Kurd li Sûrîyê hilbijartina parlemanê dinirxîne.

Birêz Alîko dibêje, hikûmeta Sûrî dixwaze bi vê hilbijartina nîşanî civaka navnetewî bike ku êdî demokrasî tîne Sûrîyê. Lê, dema xunrijandin didome mirov çawa dikare qala hilbijartinan bike? Ku nîyeta rejîma Sûrî baş be, bila tundûtûjî û xunrijandine bisekinîne.

Fuad Alîko her wiha dibêje, li bajarên Kurdan kes neçû ser sindoqan jiber ku kesek bawerîya vê hilbijartinê nake.

Kerem kin bi lînka “Guhdarî kirin MP3” jorîn guhdarîya vê raportê bikin.

XS
SM
MD
LG